Tevaya kaniyên hişkbûyî yên Rojhilata Kurdistanê peqîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî wê pêla befr û baranê ya ku di dema du mehên borî de bi ser Rojhilatê Kurdistanê de girtibû, piraniya wan kaniyên ku hişk bûbûn ser ji nû ve peqîne û bi dehan deryak û golên avê careke din vejîne. Gola Heşîlanê ya parêzgeha Kirmanşanê yek ji wan golan e, ku bi dûratiya 26 kîlometran dikeve bakurê bajarê Kirmanşanê û ev çend sal bû ku ji ber hişkesaliyê bi temamî hişk bûbû.

Gola Heşîlanê li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kiurdistanê dikeve ser rêya serekî ya Rewanserê, yek ji deverên geştyarî ye û akinciyên Kirmanşanê û bajarên din ên wê parêzgehê ji bo seyranan qesta wê dikin.

Seîdê Cemşîdî ku xwediyê kompaniyeke geştyariyê ye dibêje, “Ev gola em jê dibêjin îsal ji ber barîna befr û baranan vejiyaye û pirî av bûye, bi vî awayî jî bereket ji bo deverê vegeriyaye”.

Rûberê gola Heşîlanê zêdetirî 450 hêktaran e, piraniya rûberê vê golê dikeve deştekê û di dema piraviyê de zêdetirî 100 giravên mezin û biçûk di nav wê golê de hene.

Di nav vê golê de herwesa şeş cûnên masiyan û gelek cûnên mar û dûpişk û bûnewerên din ên avî wekî beq û kêvjaleyan dijîn, vê yekê jî çavkaniyeke xwarinê ji bo wan balindeyan peyda kiriye yên ku di werzê germê de ber bi vê deverê koç dikin.

Çavkaniya avê ya serekî ya vê golê kaniya Sezeliyê ye ku dikeve nêzî wê, ku ava wê piştî birîna rûberekî dirije ser gola Heşîlanê.

Rezayê Cemşîdî jî ku şair û nivîser e dibêje, “Axa Kirmanşanê bi golan navdar e lê di dema du salên borî de piraniya wan golan ji ber hişkesaliyê hişk bûbûn, lê îsal ji ber wê pêla befr û baranê ya ku bi ser deverê de girtibû dîsa vejiyane”.

Ev gol di salên borî de hişk bûbû, şaredariya Kirmanşanê û Fermangeha Jîngehparêziyê ya wê parêzgehê jî bizav kiribû ku avê ji bendava Gawşanê vebiguhêzin û rêyê li hişkbûna wê golê bigirin. Lê ji ber kêmbûna astê ava bendava Gawşanê, hat ragehandina ku çi rêyek ji bo rizgarkirina vê golê ji hişkbûnê nemaye.

Bihara îsal û piştî pêla befr û baranê ya du mehên borî hat ragehandin, veguhastina avê ji bo gola Heşîlanê bi rêya wê kanalê dê berdewam be”.