Serkirdeyekî “Tehrîr El-Şamê” di êrîşeke xwekujî de hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tehrîr El-Şam El-Şam ragihand, serkirdeyekî wê yê Iraqî yê navdar di êrîşeke xwekujî de li Idlibê hat kuştin.
Desteya Tehrîr El-Şamê (Eniya El-Nusra ya berê) ragihand, “Çekvanekî DAIŞê li bajarokê Sermeda yê ser bi Idlibê ve bi bombeyeke kemberê êrîşî ser Şêx Ebû Mariya Qehtanî kir û ew kuşt.”
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, “Ebû Mariya Qehtanî di êrîşeke xwekujî de hat kuştin û 4 hevalên wî jî bi giranî birîndar bûn.”
Da zanîn jî, navê Ebû Mariya yê rastî Miyeser Elî Ebdullah El-Cebûrî ye, lê nasnameya xwekuj nehatiye aşkerekirin.
Got jî, Desteya Tehrîr El-Şam Ebû Mariya El-Qehtanî, di 7ê Adarê de serbest berdabû, piştî ku ew 7 mehan girtî bû, bi tometa danûstandina bi aliyên dijmin re.
Desteya Tehrîr El-Şam herêmeke berfireh a Sûriyê kontrol kiriye, di nav de parêzgeha Idlibê, beşek ji parêzgehên Hemayê, Heleb û Laziqiyê.
Qehtanî ji sala 2012an ve di lîsteya cezayên Amerîka de ye û Wezareta Xezîneyê ew tawanbar kir ku di sala 2011an de çûye Sûriyeyê ji bo belavkirina îdyolojiya El-Qaîde.