Navendên Hewlagiriyê: DAIŞ plan dike êrîşî çend deverên Sûriyeyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend ajansên hewalgiriyê hişyarî dan ku çalakiyên DAIŞê li Sûriyê zêde bûne, ji sala 2017an ve jî, meha Adara borî ya herî tund bû li Beyabana Sûriyê.

Metirsiya DAIŞê li Sûriyê her ku diçe zêde dibe, li gor çend raportan, bi rêya şaneyên xwe yên razayî, DAIŞ plana operasyonan li piraniya deverên Sûriyeyê daniye.

Daneyên Fermandeya Navendî ya Amerîkî hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi nêzîkî 2500 çekdar texmîn dikin, ku ev jî du qatan ji texmînên dawiya sala borî zêdetir e.

Navenda Projeya Rûbirûbûna Tundrewiyê destpêka vê hefteyê di raportekê de got, DAIŞê ji destpêka îsal ve herî kêm 69 êrîş li naverasta Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 84 leşkerên artêşa Sûriyê û 44 sivîl hatine kuştin.

Herwiha amaje bi wê kir, piraniya êrîşan li herêmên beyabanê ku dikevin navenda Sûriyeyê, hatin kirin.

Li gorî Navenda Projeya Rûbirûbûna Tundrewiyê, di meha Adara îsal de, DAIŞê herî zêde li navenda Sûriyê çalakî pêk anîne.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere kir, DAIŞê di meha Adarê de 27 êrîş, di meha Sibatê de jî 26 û di meha Çile de jî 16 êrîş pêk anîne.

Di vê navberê de, Alîkarê Enstîtuya Berevaniya Demokrasiyê ya bingeha li Washingtonê ye Bill Roggio gotibû, piştî jidestdana deverên xwe yên sereke, DAIŞ hewl dide hebûna xwe bi rêya şanên razayî biparêze.

Tekez kir jî, DAIŞ têk neçûye, bi taybetî piştî lawazbûna hevahengiya Rûsiya û Amerîka li Sûriyeyê derbarê gefên DAIŞê de, metirsiya wê rêxistinê zêde bûye.

Hevdem ligel zêdebûna êrîşên DAIŞê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duhî da zanîn, wan bi hevkariya hêzên ewlekariya Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 3 mehan de 94 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê kirine.