Qedayîfa Diyarbekirê di dema cejinan de zêde tê çêkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna Cejina Remezanê re li Diyarbekirê yek ji kevneşopiya bi dehan salan dewam dike jî kirîna qedayîfa Diyarbekirê ye. Hosteyên bajêr ku ji niha ve bişev û biroj ji bo dawxazên welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixebitin, di cejinan de ji 150 tonan zêdetir qedayîfê çêdikin.

Qedayîfa Diyarbekirê ya ku li ser navê bajêr qeydkirî ye û nav û dengên wê belav bûye, bi taybetî di dema cejinan de zêde tê çêkirin. Qedayîfa ku di cejinan de wekî kevneşopî li her malê heye, di vê Cejina Remezanê de jî vê taybetiya xwe berdewam dike. Hosteyê qedayîfê, pêvajoya amadekariya cejinê wiha radigihîne:

Hosteyê Qedayîfa Diyarbekirê Mehmet Boruteçen ji K24ê re got: “Ma wekî qedayîf rojane nêzîkî ton û nîv-2 ton hildiberînin. Ma hem ji bo xo maşîr vejîn hem ji bo bajarên derdor maşîr vejîn. Mînak ma veşîn bajarên wekî Stenbol, Enqere û yên din. Ma rojane 3 wardiye, 24 saet kar kerdene.”

Ji bilî welatiyên nav bajêr, li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku şaxên van qedayîffiroşan lê tunebin, ji qedayîffiroşên Diyarbekirê daxwaza şandina vê şîrînahiyê dikin û ew jî bi kîlo yan bi sêniyan qedayîfê bi otobusan verê dikin. Rêveberê kompaniyeke şîrînahiyê diyar dike ku ew di hefteya dawî ya cejinê de bê navber dixebitin da ku daxwazên bajarên din jî dabîn bikin.

Rêveberê Kompaniya Şîrînahiyê Enver Yilmaz dibêje: “Dema ku cejin tên, çi Cejina Qurbanê çi Cejina Remezanê, bi rastî firotinên me gelek gelek zêde dibin. Em bixwe di cejinan de di navbera 25 û 35 tonan de şîrînahiyê difiroşin. Li tevahiya Diyarbekirê par hat qeydkirin ku 150 ton şîrînahî hatiye firotin. Ev jî nîşan dide ku em cejinan wekî festîvala şîrînahiyê pêşwazî dikin. Cejin hem ji bo me, hem ji bo gelê me girîng e.”

Qedayîfa Diyarbekirê, wekî hemû cejinan, dê di vê cejinê de jî devê welatiyan şîrîn bike. Lê qedayîffiroş welatiyan hişyar dikin ku berê xwe nedin qedayîfa erzan lewra ji bo tenduristiya mirovan ne baş e.”