Efrînî kombûna malbatan wek pêwîstiyeke giring dibînin

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li Efrînê ji ber rewşa koçberiya piraniya endamên malbatan, xizm û cîran li hev kom dibin û bi hev re fitara xwe vedikin.

Fitara bikomî ji bo xelkê Efrînî bûye dap û nerîtek, bi taybetî di rewşa niha ya zehmet de, ku Efrîn tê re derbas dibe. Xelkê dibêjin, kombûna malbatan hêz û hezkirin e, ji ber wê di vê meha Remezanê de, xizm û cîran lihev kom dibin, jin xwarina fitarê amade dikin û endamên din yên malbatê her kes bi tiştekî mijûl dibe.

Welatî Semîra Seydo: “Em îro mêvanên gundê Kefer Romê ne. Em mijûlî çêkirina sermîsankan in. Me hevîrê xwe stra, birincê xwe amade kir û goşt û pîvaz tevê kir. Em ê xwarinê xwe amade bikin û cîran jî dê bi me re kom bibin û em ê bi hev re bixwin û xexwin. Hemullah, rojî bi xêr û xweşî derbas dibe.”

Welatî Nezîra Ibrahîm: “Eger em şîvên giran çêdikin, em bang li cîran û merivên xwe dikin, em bi hev re hevkariyê dikin, bi hev re dixwin û wek xêrekê jî derdidin û belav dikin.

Malbatên Efrînî jibo fitarê, xwarinên kurdî û herêmî amade dikin, wek şamborek, şîşperek û tebûlê. Kurdên Efrînê dibêjin, Remezan meha hezkirin û rihmetê ye, ji ber wê ew fitar û şevên Remezanê bi hev re derbas dikin.

Welatî Nûrî Oso: “Em bi hev re alîkar dibin û şîvan bi hev re dikin. Cîran wê xwarinê wek hezkirin dibe ji cîranê xwe re. Bi taybet di 10 rojên dawiyê yên Remezanê qadirê dikin, anku cîran û gundiyan teklif cem xwe dikin û xwarinê amade dikin û bi hev re dixwin.”

Welatî Henan Cano: “Em bi hev re xwarinê dixwin, ji xwe rojî bi sifrê giran û meriyên pir e.”

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku ev çend salên di alozî û rewşa zehmet re derbas dibe, kombûna malbatan pêwîstiyeke giring e, di nerîna wan de ew yek hêzekê dide wan, da ku jiyana xwe berdewam bikin.