4.emîn merasîma Hazardefê li Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çaremîn merasîma Hazardefê li gundê Digaga yê ser bi bajarokê Sewlawa ya parêzgeha Sineya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. Di merasîmê de 4 komên jin û mêran ên defjen û 15 hezar kes beşdar bûn. Îsal zêdetir jinên defjen beşdarî merasîmê bûn.
Ev merasîm di salên borî de jî li gundên Palingan û Heşemêz hatibû lidarxistin. Lê ya ku merasîma îsal cudatir kir, beşdarbûna bêhtir jinên defjen bû.
Herwiha geştyaran ji bo beşdarbûna merasimê serdana gundê Digaga kirin û yek ji beşdaran jî got, merasim gelek xweş derbas bû û xelkê deverê jî bi awayekî baş pêşwaziya mêvanan kirin.
Dîroka defê di muzîka kurdî de pir kevn e û ji bo muzîka şahî û şînê hatiye bikaranîn. Piştî hatina ola Îslamê û derketina mezheban li Kurdistanê, ev amûra muzîkê di merasîmên sofiyet û tesewufê de roleke girîng lîst.