Guhdar Şêxo: Bi piştevaniya Mesrûr Barzanî, 50 apartman li ser hejarên Zaxoyê tên parvekirin

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê radigehîne, “Bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 50 apartman li ser xelkê hejar ê Zaxoyê tên parvekirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Yekşem, 07ê NÎsana 2024ê) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û xêrxwazên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, 50 yekîneyên akincîbûnê li ser xelkê hejar ê Zaxoyê tên parvekirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê herwesa got, “Di meha Remezanê de qût li ser 10 hezar malbatên hejar hatiye parvekirin, herwesa gojimekî alîkariyan ji 5 hezar welatiyan re hatiye dabînkirin”.

Guhdar Şêxo amaje jî da, “Ew kesên ku bûne xwediyên yekîneyên akincîbûnê kirêdar û hejar bûn, berî heyamekê 20 yekîneyên akincînê hatibûn parvekirin, îro jî 30 yekîneyên din ên akincîbûnê tên parvekirin”.