Li Sêweregê û Xelfetiyê hilbijartin nayên dubarekirin
Diyarbekir (K24) - Lijneya Hilbijartinan a Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku li Xelfetî û Sêwerega Rûhayê hilbijartin neyên dubarekirin.
Li Xelfetî û Sêweregê biryar hatibû dayîn ku hilbijartin werin dubarekirin. Li Sêweregê namzetê Ak Partiyê Alî Murat Bûcak %40.53 ya dengan sitandibû, namzetê Yenîden Refahê Hasan îzol %40.17 ya dengan sitandibû û biryar hatibû dayîn ku hilbijartin werin dubarekirin.
Lê Lijneya Hilbijartinan a Bilind civînek derbarê biryara dubarekirinê de li dar xist û piştî civînê hat ragihandin ku, biryara dubarekirina hilbijartinên Xelfetî û Sêweregê hatiye betalkirin.