Biryara lêborînê ya ji sedê 20 a kirêya karebê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryara lêborînê ya 20% ya kirêya karebê, ku Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ew biryar derxistibû, tê bicihanîn.

Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 07ê NÎsana 2024ê) ragehand, “Piştî ku Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya roja 27ê Adara 2024ê de biryara lêborînê ji bo kirêya li ser hev kom bûyî ya pişkdarên kareba welatiyan bi rêjeya 20% heta asayîbûna rewşa neasayî ya darayî li Herêma kurdistanê derxist, ji îro ve ew biryar tê bicihanîn”.

Li dû wê ragehdninê, îro (Yekşem, 07ê Nîsana 2024ê) Sikirtariya Civata Wezîran bi nivîsarekê biryara xwe arasteyî Wezareta Karebê kir û daxwaz jî kir ku ew biryar di eynî rojê de bê bicihanîn.