Wezareta Şaredariyê: Biryareke hikûmetê di berjewendiya welatiyan de tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Biryareke din a Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser lêborînê ji bo qerên li ser hev kombûyî yên li ser welatiyan ji bo kirêya av û bermayîk û risûmatên pîşeyî û helawîstina tabloyan û geştyariyê tê bicihanîn”.

Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Li dû biryara hejmar 4651 li roja 07.04.2024ê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di nivîsarekê de ku îmzaya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî li ser heye û arasteyî Desteya Geştyariyê, birêveberiyên giştî yên av û avrêjan û şûnwar û kelepûrî, serokatiyên şaredarî û nexşedanana avedaniyê, li tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û tê de daxwazê hatiye kirin ku dest bi bicihanîna karûbarên biryara lêborînê bi rêjeya 20% ji qerên li ser hev kombûyî yên li ser welatiyan û kirêkarên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê bê kirin”.

Di xala yekê ya giştandina Wezareta Şaredarî û Geştyariyê de hatiye, “Bi rêjeya 20% lêborîn dê ji bo qerên li ser hev kombûyî yên li ser welatiyan bê kirin, wekî avê, gilêş û bermayîkan, kirêya salane ya kirêdarên fermangehên girêdayî Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, risûmatên geştyariyê û pîşeyî û helawîstina tabloyan”.

Di xala duyê de hatiye, “Bi rêjeya 20% lêborîn dê ji bo kirêya avê, gilêş û bermayîkan, kirêya salane ya kirêdarên fermangehên girêdayî Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, risûmatên geştyariyê û pîşeyî û helawîstina tabloyan, heta asayîbûna rewşa neasayî ya darayî li Herêma Kurdistanê”.

Li dû giştandina Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, “Biryara lêborînê bi rêjeya 20% di berjewendiya giştî ya welatiyan de ji îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) ve li tevaya fermangehên girêdayî Wezareta Şaredarî û Geştyariyê li seranserî Herêma Kurdistanê karê pêdivî li ser tê kirin û tê bicihanîn”.

Piştî civîna Civata Wezîran li roja 27ê Adara 2024ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de çend biryar di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ragehandin, wekî daşkandin ji bo pereyê li ser hev kombûyî yê karebê bi rêjeya 20%, sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%, daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%, daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%, daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%, daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%, lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.