Şêniyên Efrînê nikarin wek pêdivî amadekariyên cejnê bikin

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Amadekariyên cejna Remezanê li Efrînê tên kirin lê giraniya heyî û nebûna karînan bandora xwe li tevgera kirînê li sûkên Efrînê kiriye. Hemî malbatên Efrînê nikarin kinc û şîraniyên cejnê bikirin, ên dikarin jî bi rêjeyeke kêm dikirin.

Xalid Yûsif ku yek ji dikandaran e dibêje, “Her tişt biha ye, milet nikare tiştan bikire. Em jê re erzantir jî dikin, dîsa jî nakirin û dibêjin ku divê erzan bibe. Kar gelek kêm e, kar tune ye. Milet naxebite, lewma kar wesa ye”.

Tevî keyfa kêm, zehmetiyên aborî û rewşa xirab, hêviya xelkê Efrînê bi rojên xweş namire. Kurdên Efrînê hêvîdar in bi hatina cejna Remezanê koçber vebigerin bajêr û ser mal û milkên xwe.

Kiçek bi navê Nûr Osman dibêje, “Çarsû zehmet e. Serûberên cejnê ne û her kes tiştên xwe dikire, lê tişt biha ne. Xudê alîkarê her kesî be. Em dixwazin di vê cejnê de xelk gişt vebigere bajarên xwe”.

Welatiyek bi navê Mehmûd Hena dibêje, “Xudê rojiyên Remezanê ji giştan qebûl bike, bi xêr li ser me derbaz bibin û aqûbet li salên bê jî. Îşela salên bê ji vê salê xweştir bin û her der xweş bibe”.

Di çend salên dawiyê de ji ber kêmbûna derfetên karî, rewşa aborî li bajarê Efrînê gelek xirab bûye û rêjeya hejariyê bilind bûye. Ji bilî zehmetiyên aborî, zehmetiyên ewlehiyê jî hene. Ji ber wê yekê jî, peydabûna aştî û aramiyê hêviya sereke ya Efrîniyan e.