21 sal bi ser nemana rijêma Beis re derbaz dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - 21 sal bi ser nemana rijêma Beis re derbaz dibin lê hêşta bandora tawanên wê li ser gelê Kurdistanê maye, rijêma Beis gelek tawanên wekî Enfal û kîmyabarankirin û wêrankirina gund û avahiyan li dijî gelê Kurdistanê kirin. Ji piştî sala 2003ê ve, tevî ku Dadgeha Bilind a Tawanan û Civata Nûnerên Îraqê tawanên rijêma nemayî wekî jenosîd dan nasandin, lê heta niha xelk û Herêma Kurdistanê nehatine qerebûkirin.

Ev 21 sal in ku rijêma Beis nemaye lê bandora tawanên wê hêşta di bîrdanka gelê Kurdistanê û di cografiya Herêma Kurdistanê de her maye. Berî 36 salan rijêma Beis gelek tawanên wekî Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê û windakirina Barzaniyan kirin. Tevî ku Dadgeha Bilind a Tawanan û Civata Nûnerên Îraqê di dehsala borî de tawanên rijêma nemayî wekî jenosîd dan nasandin jî, lê heta niha hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê kesûkarên qurbaniyan û zirarên Herêma Kurdistanê qerebû nekirine.

Rijêma Beis di wê demê de bi hezaran gund û komelgeh û bi hezaran mizgeft û dibistan û bi dehan dêrên Kurdistanê wêran kirin, rez û bax û zeviyên cotyaran şewitandin û kaniyên avê peqandin û bingehên jiyanê nehêlan.

Herwesa berî 49 salan jî rijêma Beis biryarnameya 795ê ya Civata Serkirdetiya Şoreşê û biryara hejmar 358 a sala 1978ê ji bo siyaseta erebîkirinê li parêzgeha Kerkûkê û çend deverên Kurdan li sinorê parêzgeha Neynawayê derxistin, bi sedan hezar malbatên Kurd neçarî derxistinê kirin û welatiyên Ereb li cihên wan akincî kirin.

Piştî piroseya azadkirina Îraqê û binecihkirina madeya 140ê ya destûrê herdemî yê Îraqê, ku li dû wê madeyê divê awareyên Kurd vebigerin deverên xwe û biryara pêdana milkên wan bê derxistin û li qonaxa dawiyê referandûm li ser yekalîkirina arêşeya îdarî û siyasî ya wan deveran di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin, lê berovajî, tevî ku hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê pabendî çareseriya destûrî nebûn, li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewamî jî da siyaseta erebîkirinê.