Hemas şertên Israîlê ji bo agirbestê li Xezzeyê red dike

Dîmenekî şêniyên Xezzeyê / Wêne: AP
Dîmenekî şêniyên Xezzeyê / Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) - Bizava Hemasê şertên Israîlê ji bo agirbestê li Xezzeyê red dike û dibêje, “Bi çi awayan daxwaziyên Filistîniyan di wê reşnivîsa agirbestê de nînin”.

Bizava Hemasê îro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) di ragehandekê de eşkere kir, “Reşnivîsa agirbesta Israîlê ji aliyê Misir û Amerîkayê ve gehiştiye destê me, lê bi çi awayan daxwaziyên Filistîniyan di wê reşnivîsa agirbestê de nînin, lewma jî em wê agirbestê red dikin”.

Bizava Hemasê herwesa got, “Em spasiya navbeynkaran û bizavên wan ji bo bicihhatina lihevkirinê dikin, lê Hemas amade nîne biçe bin barê çi lihevkirinekê ku daxwazên gelê wê tê de bi cih nehatibin û artêşa Israîlê xwe ji Xezzeyê venekêşabe”.

Bizava Hemasê tekez li ser wê yekê jî kir ku tevî hemî têbîniyan dê danûstandinan li ser reşnivîsa Israîlê bikin û di çend rojên bê de dê bi awayekî fermî bersiva navbeynkaran bide.

Ev di demekê de ye ku duhî (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê, roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe û di eynî demê de birseke zêde jî hevrûşî akinciyên Xezzeyê bûye”.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî daye, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan ji bo 33 hezar û 207 kesan bilind bûye, herwesa hejmara birîndaran jî gehişt zêdetirî 75 hezar 815 kesan”.

Wezareta navbirî ron jî kiriye, “70% ya qurbaniyan jin û zarok in”. amaje jî daye, “Di dema 24 seetên borî de, 32 welatî hatine kuştin û 47 jî birîndar bûne”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.