Elawî: Li Îraqê yarî bi demokrasiyê tên kirin

Eyad Elawî
Eyad Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê yekê yê Îraqê yê piştî nemana rijêma Beis Eyad Elawî di derheqa salvegera nemana wê rijêmê de dibêje, “Li Îraqa îro yarî bi demokrasiyê tên kirin, wê yekê jî bawerî di navbera gel û desthilatdaran de lawaz kiriye”.

Ev 21 sal in ku sîstema siyasî ya Îraqê ji navendiya diktatorî bo federaliya demokrasî hatiye guhertin. Hêvî li ser Îraqa nû zêde bûn lê piştî 21 salan, hêdî hêdî diyar dibe ku Îraqa nû ew Îraq nîne ya ku tevaya ol û neteweyan xwe tê de dibînin.

Berî 21 salan hevpeymanan bi serkirdetiya Amerîkayê rijêma Beis li Îraqê herifand û sîstema federalî binecih kir. Siyasetvan û çavdêran jî li ser xalên baş û xirab ên sîstema nû ya Îraqê gotin hene.

Serokwezîrê yekê yê Îraqê yê piştî nemana rijêma Beis Eyad Elawî li ser vê yekê di çavpêkeftinekê de got, “Amerîkayê sîstema tayîfî û pişkan anî Îraqê ku ev şaşîtiyeke mezin bû”.

Elawî herwesa got, “Sîstema Îraqa îro lawaz e, aliyên siyasî yariyan bi siyasetê dikin û vê yekê jî bawerî di navbera gel û desthilatdaran de lawaz kiriye”.

Navbirî amaje jî da, “Li Îraqa nû du caran kudeta li ser demokrasiyê hatiye kirin, cara yekê rêgirtina li xwe ji bo pêkanîna hikûmetê li sala 2010ê û cara duyê jî rêgirtina li Muqteda Sedir li sala 2021ê bû”.

Serokwezîrê yekê yê Îraqê tekez jî kir, “Ya ku niha li Îraqê desthilatdariyê dike ecêndaya biyanî ye, xasma ecêndayên Tehran û Waşintonê”.

Eyda Elawî bal kêşa ser yek ji arêşeyên mezin ên Îraqa nû û got, “Welat ji hêzên çekdar pir bûye, divê ew hêz hemî li jêr sihwaneya fermndehiya giştî bên cemandin ji ber ku hebûna bi dehan kom û ketîbeyan rewş gehandiye îro”.

Navbirî di derheqa pêngavên Muqteda Sedir de jî got, “Xwevekêşana Sedir ji piroseya siyasî şaşî bû, diviyabû Civata Nûneran kontirol kiriba û karê siyasetê kiriba, ez wesa nafikirim ku careke din vebigere wê meydayê”.