Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im cejna xêr û xweşiyê be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Bila ev cejna pîroz û wate, armanc û peyamên wê bibe wesîleya nûkirina têkiliyên me.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Cejna Remezanê ya pîroz bi germî li tevahiya muslimanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê û bi taybetî li malbat û kesûkarên şehîdên serbilind pîroz dikim, cejn û betlaneyeke hemû aramî û rihetî û bextewerî ji hemûyan re dixwazim, hêvîdar im cejna xêr û xweşiyê be.”

Herwiha got: “Bila ev cejna pîroz bi wate, armanc û peyama xwe ya lihevxweşîbûn, jihevnêzîkbûn, lihevkirin, qencî û tebayî, ji bo herkesî bibe derfeta ji nûkirina pêwendî, lêborîn û hevgirtinê û em hemû bi hev re kar û hevkariyê bo xizmet û xêra gel û welatê me bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Bi hêviya rojgar, rewş, jiyan û paşerojeke xweştir, cejna li hemûyan pîroz be û hemû salek bi xweşî.”