Di lîstikeke dîn de.. Real Madrîd li hember MAN Cityê ji têkçûnê rizgar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya çaryek-fînala Champions League ya di navbera Real Madrîd û Manchester Cityê de bi encama 3-3 bidawî hat û derbasbûna bo qonaxa nîv-fînalê ji lîstika hefteya bê ma.

Real Madrîd di çarçoveya gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, şeva borî mêvandariya Manchester City kir û bi encama (3 - 3) wekhev bûn.

Golên Real Madrîd di xulekên (12, 14 û 79) de bi rêya Camavinga, Rodrigo û Valverde hatin tomarkirin. Golên Manchester City jî di xulekên (2, 66 û 71) bi rêya Bernardo Silva, Phil Foden û Josko Gvardiol hatin.

Biryar e 17ê Nîsanê roja Çarşemê pêşbirka vegerê li stadyûma El-Ittihad a Manchester City were lidarxistin.

Di lîstika din a heman qonaxê de, Arsenal li hember mêvandara xwe Bayern Munich bi encama (2 – 2) wekhev derket.