Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameyeke pîrozbahiyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nameyek pîrozbayî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wergirt û tê de Fîdan pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hêviya şadî, bextewerî, tendirustiyê jê re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Nîsanê bi boneya hatina cejna Remezanê nameyek ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wegirt.

Di nameyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û hêviya şadî, bextewerî û tendirustî jê re xwest.