Selman Kerîm: Ew bendav û pondên hatine çêkirin rolekî bibandor di warên çandin û geştyariyê de heye

Selman Kerîm
Selman Kerîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Pişka Lêkolîn û Darêtinê ya Birêveberiya Çavkaniyên Avê dibêje, “Çêkirina pond û bendavan bûye tiştekî pêdivî ji ber ku çavkaniyên dahata avê ji ber guhertinên seqayî kêm bûne”.

Serokê Pişka Lêkolîn û Darêtinê ya Birêveberiya Çavkaniyên Avê Selman Kerîm îro (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Çêkirina pond û bendavan bûye tiştekî pêdivî ji ber ku çavkaniyên dahata avê ji ber guhertinên seqayî kêm bûne”.

Selman Kerîm amaje jî da, “Armanca me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Birêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê ew e ku ew ava ji verêja barîna befr û baranan tê belaş neçe û em wê avê vebigirin”.

Navbirî ron jî kir, “Bendava Bestûreyê ku li jêr çêkirinê ye û bendava Gomespanê jî dê roleke bilind di warê çandin û geştyariyê de hebe. Herwesa me hin pond hene ku ji bo vegirtina avê li ser rêya baranê tên çêkirin, ku heta niha li parêzgeha Hewlêrê 32 ji wan hatine çêkirin, herwesa li Silêmaniyê 10 pond, li Dihokê 15, li Koyeyê 5, li Germiyanê 10 û li Zaxoyê jî 8. Yanî tevaya wan dibin 116 pond”.

Wî berpirsê Birêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê ron jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilgermî li dû wan pirojeyan hatiye ji ber ku çi kertek bê av nabe, lewma pêdivî ye giringiyeke temam bi kertê avê bê dan, ji bo ku kertên dî jî pê vebijîn”.