Bêwar Ebdulezîz: Bergiriya şaristanî zêdetirî 13 erk û karan hene

Bêwar Ebdulezîz
Bêwar Ebdulezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê radigehîne, “Me tîmên şareza di hemî waran de hene ku li cihên rûdanan berhev dibin û bizavê dikin arêşeyên xelkî çare bikin”.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz îro (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Bergiriya şaristanî zêdetirî 13 karan hene, ku welatiyan ji metirsiyan derdixe. Di her rewşekê de ku jiyana welatiyan bikeve di metirsiyê de, wekî rûdanên xendiqînê, lehiyan, erdhejan, wergeriyanên erebeyan, asêbûna mirovan û hwd., karê vê birêveberiyê ye ku di hawara wan biçe”.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê herwesa got, “Me tîmên şareza di hemî waran de hene ku li cihên rûdanan berhev dibin û bizavê dikin arêşeyên xelkî çare bikin”.

Bêwar Ebdulezîz amaje jî da, “Gelek caran endamên tîmên me jiyana xwe xistiye di metirsiyê de. Me kincên taybet ji bo vemirandina agirî hene, em li berahiyê xwe diparêzin, paşî welatiyan”.

Navbirî ron jî kir, “Li tevaya cîhanê, hindî pêşkeftin bikeve welatan, pêşkeftin dikeve kar û erkên bergiriya şaristanî jî. Eger alavên pêşkeftîtir ji me re bên dabînkirin û korsên pêşkeftîtir ji me re bên vekirin, em dê zêdetir bikarin kontirolê li ser rûdanan bikin”.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê herwesa got, “Bergiriya şaristanî wekî dibistan û zanîngehan e ji ber ku gelek erk û kar hene, ne tenê yek, lewma jî divê kors di hemî waran de jê re bên vekirin”.

Bêwar Ebdulezîz eşkere jî kir, “Tevî ku heta niha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsarî nekiriye û pêdivîtiyên bergiriya şaristanî ji me re dabîn kirine û me bi wan pêdivîtiyan gelek rûdan kontirol kirine, lê hejmara wan kêm e û em pêdivî hêşta ne”.

Navbirî daxwaz jî kir, “Em dixwazin alavên nûtir, erebeyên nûtir, rahênanên nûtir û karmendên nûtir di hemî waran de ji me re bên dabînkirin û korsên nûtir li Herêma Kurdistanê û derveyî Herêma Kurdistanê ji me re bên vekirin”.