Serokwezîrê Ermenistanê cejna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike

Mesrûr Barzanî û Nikol Pashinyan
Mesrûr Barzanî û Nikol Pashinyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Ermenistanê namayekê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne û tê de cejna Remezanê li wî pîroz dike.

Nameyeke Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) gehişt Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku tê de cejna wî pîroz dike.

Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê nameya Serokwezîrê Ermenistanê de hatiye, “Bi helkeftina cejna Remezana pîroz, ez gerimtirîn pîrozbahî li we dikim û daxwaza bextewerî û saxlemiyê ji bo cenabê we dikim”.

Serokwezîrê Ermenistanê herwesa nivîsiye, “Em daxwaza berdewambûna aştî û xêr û xweşiyan ji bo dostên xwe, xelkê Herêma Kurdistanê, dikin”.