Nîva bankên Îraqî yên ku tevlî pirojeya Tewtînê bûne ji aliyê Amerîkayê ve sizadayî ne

Pereyê Îraqî
Pereyê Îraqî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêzî nîva wan bankên ku li Îraqê tevlî pirojeya Tewtînê bûne ji aliyê Amerîkayê ve sizadayî ne. Ew siza wekî bizavekê ye ji bo rêgirtina li bikaranîna dolarî ji bo spîkirina pereyî.

Ji 43 bankên ku li Îraqê tevlî pirojeya Tewtînê bûne, 17 bank ji aliyê Amerîkayê ve hatine sizadan.

Par 22 bank li Îraqê bi tometa veguhastina dolarî ji bo Îranê û tevlîbûna spîkirina pereyî hatin sizadan û nikarin bi dolarî kar bikin.

Sizadana wan bankan pareke helmetên Waşintonê ye ji bo rêgirtina li bikaranîna dolarî ji bo spîkirina pereyî û bikaranîna wî diravî bi awayekî xirab.

Cîgirê Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê Emar Xelef roja 26ê Adara îsal ragehand, “Karkirina bi dolarî li zêdetirî 20 bankên Îraqê ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve hatiye qedexekirin û ew bank tenê dikarin li nav Îraqê karên darayî bikin”.

Emar Xelef herwesa got, “Em berdewam bi Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê re di peywendiyê de ne ji bo ku biloka li ser bankên Îraqê rabikin”.