Zêdetirî 250 rêkxistinên mirovî û mafên mirovan daxwaz dikin çek bi Israîlê neyê dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdetirî 250 rêkxistinên mirovî û mafên mirovan daxwaz dikin hemî veguhastinên çekî ji bo Israîlê û komên çekdar ên Filistînê yekser bên rawestandin.

Rêkxistinan di nameyeke hevpar de ragehandiye, “Em daxwaza agirbesta bilez dikin, herwesa em daxwazê ji hemî welatan dikin ku destan ji veguhastina çekan berdin, ku ji bo binpêkirinên qanûnên mirovî yên navdewletî û mafên mirovan tên bikaranîn”.

Di wê nameyê de hatiye, “Divê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî berpirsyarîtiya xwe ji bo parastina aştî û ewlehiya cîhanê bi rawestandina veguhastina çekî ji bo Hikûmeta Israîlê û komên çekdar ên Filistînê bi cih bîne”.

16 rêkxistinan li meha yekê ya îsal dest bi vê bangeşeyê kir û nameya xwe nivîsî, niha zêdetirî 250 îmzayan li ser wê nameyê hene, wekî Rêkxistina Lêborînê ya Navdewletî, Rêkxistina Zarokan Rizgar Bike, Oxfam, Pizişkên Cîhanê, Karîtas a Navdewletî û hejmareke rêkxistinên nehikûmî.

Wan rêkxistinan nivîsiye, “Bombebaran û êrîşên Israîlê şêniyên sivîl ji pêdivîtiyên serekî yên mana di jiyanê de bêpar dikin, herwesa Xezzeyê ji bo akincîbûnê dikin cihekî neguncayî”.

Herwesa di wê nameyê de hatiye, “Revandin û êrîşên bêcudahî ji aliyê komên çekdar ên Filistînê ve binpêkirina qanûnên mirovî yên navdewletî ye, divê yekser bê rawestandin”.