Li Meletiyê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lekolînên Erdhejê ya Kandîlliyê ve hat dayîn, vê sibehê li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bû.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku erdhej vê sibehê saet di 08:44an de li navçeya Şiroyê ya Meletiyê çê bûye.

Hat ragihandin ku hêza erdhejê 4.1 û kûrahiya wê jî 5 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Her wiha hat zanîn ku heta niha di derbarê vê erdhejê de ziyanên malî û canî nehatine tomarkirin lê hêza erdhejê di nav welatiyan de bûye sedema metirsiyê.