Agirîn Ebdula: Pira Derbenda Ranyayê roleke bibandor li ser geştyarên deverê heye

Agirîn Ebdula
Agirîn Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Gelek ji karê Pira Derbenda Ranyayê temam bûye, çend heftiyekên din dê temam bibe”.

Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Agirîn Ebdula ji K24ê re got, “Gelek ji karê Pira Derbenda Ranyayê temam bûye ku rêjeya wê digehe 98%, çend parek mane, wekî danana ronahiyên tawera ronkirina şevê tevî çend hûrkariyên din, heta çend heftiyekên din dê temam bibe”.

Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê amaje jî da, “Ji bilî piroseya geştyariyê, çêkirina wê pirê daxwaziyeke mezin a Îdareya Serbixwe ya Soranê jî bû. Dema li werzê Havînê jî berhemê wê deverê digehişt, nedikarî bi barhilgirên mezin derbaz bibin ji ber ku pira kevn xwe li ber amûrên çandinê yên mezin an barhilgirên giran nedigirt”.

Agirîn Ebdula ron jî kir, “Ji ber ku Derbenda Ranyayê xwezayeke xweşik heye, devereke geştyarî ye, lewma jî wê pirê roleke bibandor di pêşxistina warê geştyarî yê deverê de heye”.

Navbirî tekez jî kir, “Her pireka bi kalitiyeke endazyarî ya bilind bê çêkirin, ku pira Ranyayê jî bi wî awayî ye, 50 salan xwe digire, herwesa xwe li ber hemî wan barhilgiran digire yên ku li Herêma Kurdistanê rê pê hatiye dan”.

Agirîn Ebdula herwesa got, “Kompaniya bicihanînê ya wê pirê jî navxweyî ye û piraniya karkerên wê jî ji navxweya Herêma Kurdistanê ne, lê pêkhatên wê pirojeyê cuda cuda ne, şîşik an şelmanên wê ji Îranê hatine û li ezmûngehên Hewlêr û Silêmanî û Îdareya Raperînê pişkinîn jê re hatine kirin”.