Li Diyarbekirê di 3 rojan de 9 ton kebaba cegerê hat firotin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji ber li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê betlaneya Cejina Remezanê 9 roj in, bi hezaran geştiyarên biyanî û xwecihî berê xwe dan Diyarbekirê. Serdana van geştiyaran bû sedem ku ji bilî dan û stendina xwarin û kel û pelan, di nav 3 rojan de nêzîkî 10 tonan kebaba cegerê bê firotin.

Geştiyarên ku xwestin betlaneya 9 rojan li navendên geştê derbas bikin, berê xwe dan Diyarbekirê. Bi hezaran geştiyarên ku bi taybetî li kolanên navçeya Sûrê digerin, bi taybetî berê xwe dan kebaba cegerê. Li gorî ragihandina Rêveberên Jûra Qesabên Diyarbekirê, di nav 3 rojan de 9 ton ceger hatiye firotin. Lê li gorî agahiyên ku hosteyên vê kebaba taybet didin, ev rêje gihîştiye 10 tonan.

Hosteyê kebaba cegerê Şêxmûs Okay: “Ji Cejina Remezanê û bi vir ve pirî ku çûnehat zêde ye, em perîşan bûn. Ji ber vê jî gelek ceger tê firotin. Em rojane 500 kîlo kebaba cegerê çêdikin. Firotina cegerê ji bo me hemû dikandaran gelek baş e. Geştiyar gelek hatine, mirov dikevin rêza kebabê heta serê rêya li hember. Ango em nikarin serî pê re derxin, pergala me têk çû.”

Li Diyarbekirê tevî cegerfiroşên seyar, nêzîkî 300 cegerfiroş hene û ew jî rojane bi deh kîloyan kebaba cegerê çêdikin. Ji ber ku ev cure kebab, yek ji xwarina sereke ya Diyarbekirê tê qebûlkirin, di vê pêla geştiyaran de rojane nêzîkî 5 hezar geştiyar ketin nav kolanên Sûrê û piraniya wan jî berê xwe da cegerfiroşên navdar ên Diyarbekirê.

Geştiyar: “Em ji Meletiyê hatin. Me xwest em betlaneya cejinê bi kêr derbas bikin. Em ê biçûna Mêrdîn û Midyadê, me got em biçin sûrên Diyarbekirê jî bibînin. Lawê min got ‘daye kebaba cegerê li vir navdar e.’ Em rastî vê derê hatin, me dît ku xelk çiqas xwe lê dikişîne, em hatin. Ji ber ku ez tehima devê xwe jî dizanim, bi min gelek xweş bû.”

Pêla geştiyaran, ji aliyê hemû civaka Diyarbekirê ve bi kelecan hat pêşwazîkirin. Lê daxwaza rêveberên qada geştiyariyê ji xwediyên xwaringeh û dikanan ew e ku kalîteya xizmetê kêm nekin da ku mêvan bi dilxweşî vegerin.