Parêzgerê Dihokê lidûçûnê ji bo çend pirojeyên xizmetkarî yên Sêmêlê dike

Komelgeha Tenahiyê
Komelgeha Tenahiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê serdana komelgeha Tenahiyê li qezaya Sêmêlê dike, ji nêz ve lidûçûnê ji bo çend pirojeyên xizmetkarî yên wê komelgehê dike û radigehîne, “Heta niha 10% ya wê pirojeyê hatiye temamkirin”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) li qezaya Sêmêlê serdana komelgeha Tenahiyê kir, ji nêz ve lidûçûn ji bo çend pirojeyên xizmetkarî yên wê komelgehê kir û serdana pirojeya çêkirina cadeya 60 metrî û çend cadeyên 30 metrî kir.

Parêzgerê Dihokê tekez kir ku divê bicihanîna tevaya pirojeyan û çêkirina cadeyan bi kalitiyeke baş û standardên cîhanî be, herwesa piroje di demên xwe yên diyarkirî de bên temamkirin ji bo ku bi zûtirîn dem bikevin xizmeta xelkê deverê.

Elî Teter got, “Ev piroje bi gojimê 20 milyar û 200 milyon dînaran li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên bicihanîn û heta niha 10% ya karên wê pirojeyê temam bûune ku çend pişkan vedigire:

1.    Pirojeya çêkirina cadeya 60 metrî bi dirêjahiya sê hezar û 250 KM, ji enderpasa komelgeha Tenahiyê heta yekîneyên akincîbûnê, herwesa çêkirina cadeya serekî ya nexweşxaneya Penceşêrê li Tenahiyê.

2.    Pirojeya çêkirina cadeya 30 metrî bi dirêjahiya du KM li bernaberî bajarvaniya Tenahiyê.