Amedspor ji derbasbûna bo Lîga Yekem nêzîk dibe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber yariya navbera Kastamonuspor-Amedsporê de li 2 xalên bajêr şaşeyên mezin hatin danîn da ku alîgirên Amedsporê li yariyê temaşe bikin. Yariya girîng di heman demê de çarenusa Amedsporê ya derketina lîga yekem jî diyar kir.

Li Diyarbekirê kelecana futbolê ev demeke dirêj e li seranserê bajêr xwe nîşan dide kut ê mereqkirin gelo dê Amedspor bikaribe derkeve lîga yekem an ne. Bi vê boneyê jî Amedspor li bajarê Kastamonuyê derket yariyek girîng û ev yarî jî li hemu bajêr bi kelecanek mezin hat şopandin. Heta bi vê boneyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir şaşeyên mezin li qadên sereke danî.

Alîgir: “Em dixwazin Amedspor bibe şampiyon û derbasî lîga yekem bibe.”

Alîgir: “Em ji bo Amedsporê li vêderê ne, em dixwazin Amedspor ser bikeve û bibe şampiyon.”

Alîgir: “Dxwaza min ew e ku îro vêderê govend û dîlan were girêdan bo Amedsporê û her wiha li bajarên din jî.”

Alîgirên Amedsporê yên bo temaşekirina yariya girîng berê xwe dayîn qadê amaje kirin ku ew dixwazin Amedspor bi ser bikeve û derbasî lîga yekem bibe.

Alîgir: “Eger Amedspor ser bikeve û derbasî lîga yekem bibe dê ji bo bajarê me gelek xweş be.”

Alîgir: “ Bila Amedspor cama şampiyontiyê bistîne û bibe ser gora Şexmus Ozer, ez tiştek din naxwazim.”

Alîgir: “Îro Amedspor ser dikeve û derbasî lîga yekem dibe, sedîsed.”

 Amedspor niha rêza yekem de ye û tenê 3 yarî mane pêşiya Amedsporê, eger Amedspor yekemînbûna xwe biparêze dê derbasî lîga yekem bibe.