Lwîs Sako: Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya min kir

Lwîs Sako
Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) -    Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê amajeyê dide ku, Serokkomarê Îraqê ji wê rewşê berpirs e ya ku di derheqa wî de hatiye çêkirin. Herwesa dibêje ku, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya wî kiriye.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) di konfiranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand, “Dema Rêkxistina Qaîdeyê ya Îsalmî û paştir Rêkxistina DAIŞê jî êrîş kir ser Kiristiyanan li deverên cuda cuda yên Îraqê, Hikûmeta Îraqê çi alîkariyek ji bo parastin û ragirtina wan pêşkêş nekir, belkî kenîseyê cihê xweparastinê û xwarin û pêdivîtî ji bo xelkî peyda dikirin”.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê amaje jî da ku, wê demê serdana Serokwezîrê Îraqê kiribû û daxwaza alîkariyê jê kiribû lê serokwezîr jê re gotibû ku pere ji bo pêşkêşkirina alîkariyan nebû.

Kardînal Lwîs Sako behs jî kir ku, paştir serdana Mûsil û Kerkûkê jî kiribû û xelk û rêkxistinên xêrxwazî, ku xelkê misilman û yên din jî di nav de bûn, alîkariya wan kiribû.

Navbirî ron jî kir ku, her di wê çaçoveyê de Herêma Kurdistanê alîkariyeke zêde pêşkêşî wan kir û ji bo wê meremê jî daxwaza alîkariyê ji Serokkomar kir lê ji ber lihevkirina wî bi aliyekî Îraqî re alîkariya wan nekir.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê tekez jî kir ku, vegeriyana wî ji bo Bexdayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê û pêşengiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û givaştinên navdewletî bû.

Kardînal Lwîs Sako di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê de ragehand ku, Serokkomarê Îraqê ji wê rewşê berpirs e ya ku di derheqa wî de hatiye çêkirin. Herwesa got, “Sûdanî ji bo çarekirina wê arêşeyê bizavê dike û merema wî ew e ku rêzê ji Kiristiyanan re vebigerîne”. Tekez jî kir ku, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya wî kiriye.

Ev di demekê de ye ku li Tîrmeha par ji ber jêstandina mersûma komarî ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve ji bo destnîşankirina wî wekî Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê, Lwîs Sako ji Bexdayê derkeftibû.