Blinken: Me civîneke baş bi Sûdanî re hebû

Antony Blinken
Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere dike ku, îro civîneke gelek baş bi Serokwezîrê Îraqê re hebû û vê civîna Lijneya Bilind armancek heye ku ew jî peywendiyên dûr û dirêj ên navbera her du welatan in.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Amerîka li ser bergirîkirina ji Israîlê pabend e, herwesa pêdivî nake Israîl tenê bergiriyê ji xwe bike”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje jî da, “Di 36 seetên borî de me bi awayekî diplomatîk bersiv hebû ji bo ku rêyê li girjiyan bigirin, em bi hevpeymanên xwe re di danûstandinan de ne”. Blinken tekez jî kir, “Amerîka dê li ser bergirîkirina ji Israîlê berdewam be”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di derheqa civîna xwe ya bi Sûdanî re got, “Em bi pêşwazîkirina dostên xwe yên Îraqî li Waşintonê dilxweş in, me civîneke gelek baş bi Serokwezîrê Îraqê re kir”.

Antony Blinken herwesa got, “Me di civînên Lijneya Bilind a Serbazî de bizav kir ku vê peywendiya 360 nimreyî bi Îraqê re berfirehtir bikin, herwesa me danûstandin li ser petrol û seqayî jî kirin”.

Navbirî amaje jî da, “Amerîkayê xwastekeke zêde li ser weberhênanê li nav Îraqê heye, dîtina serkeftinên Îraqê pareke danûstandinên me bû, ev civîna Lijneya Bilind armancek heye û di navbera her du welatan de peywendiyeke dûr û dirêj e”. Herwesa got, “Armanca me ew e ku zêdetir pêşveçûn hebe”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet pêr (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Amerîkayê ye û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.