Civîna Sûdanî û Biden li Koçka Spî hat destpêkirin

Joe Biden û Miheme Şia Sûdanî
Joe Biden û Miheme Şia Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Waşintonê dicivin û danûstandinan li ser çend pirsên giring ên hevpar di navbera Îraq û Amerîkayê de dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) li Waşintonê civiyan û danûstandin li ser çend pirsên giring ên hevpar di navbera Îraq û Amerîkayê de kirin.

Li destpêkê Serokê Amerîkayê Joe Biden bixêrhatina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û ragehand, “Ez dixwazim tu behsa wan mijaran bikî yên ku li Rojhilata Navîn diqewimin. Tu bi xwe dizanî ku Îranê êrîş kir ser Israîlê, me hemî bizav kirin ku alîkariya Israîlê bikin û me ew êrîşa Îranê şkand”.

Serokê Amerîkayê herwesa got, “Amerîka li ser parastina ewlehiya Israîlê pabend e, herwesa em li ser agirbestê û vegerandina revandiyên Israîlî pabend in. Ji bilî wê yekê jî, em li ser parastina hevpeymanên xwe li deverê û taybet li Îraqê pabend in”.

Joe Biden amaje jî da, “Hevpariya navbera Îraq û Amerîkayê gelek giring e, di deh salên borî de serbazên me mil bi milê serbazên we ji bo nehêlana DAIŞê kar kiriye”.

Navbirî tekez jî kir, “Me çarçove û lihevkirinên stratejîk bi Îraqê re hene”.

Serokê Amerîkayê spasiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku çavê wî li serxwebûna enerjî û aborê Îraqê ye”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ji aliyê xwe ve spasiya Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku ew vexwand Waşintonê û ragehand, “Em li ser çalakkirina lihevkirina çarçoveya stratejîk rijd in”.

Serokwezîrê Îraqê herwesa got, “Em daxwazê dikin ku aloziyên deverê zêdetir neyên berfirehkirin”.

Mihemed Şiya Sûdanî eşkere jî kir, “Lihevkirina çarçoveya stratejîk nexşerêya peywedniyên paşerojê yên Îraq û Amerîkayê ye”.

Navbirî tekez jî kir, “Şerê dijî DAIŞê bi dirêjahiya dehsalên borî bingeha serederiya navbera Îraq û Amerîkayê bû û em bi hev re bi ser terorê keftin”. Herwesa got, “Serkeftina li ser DAIŞê karekî gelek giring bû”.

Serokwezîrê Îraqê herwesa got, “Peywendiyên Îraq û Amerîkayê mukomtir dibin”. Herwesa got, “Em danûstandinan li ser peywendiyên ewlehî û serbazî dikin”.

Sûdanî eşkere jî kir, “Peywendiyên Îraq û Amerîkayê di qonaxeke giring re derbaz dibin”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet pêr (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Amerîkayê ye û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne.