Peyama Mesrûr Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wasenan û Geliyê Xoşnewtî de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê ragihand, “Pêwîst e em hemû kar bikin ji bo nifşên me yên paşerojê rûbirûyê karesatên ji vê cureyê nebin.”

Serokwezîr Mesrûr Narzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Di salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesnan û Geliyê Xoşnawetî de, em bejna xwe li ber giyanê kesên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne, ditewînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Pêwîst e em hemû kar bikin ji bo nifşên me yên paşerojê rûbirûyê karesatên ji vê cureyê nebin.”

Îro 37 sal bi ser êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê re derbaz dibin ku li Geliyê Xoşnawetiyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê, Balîsan û Şêx Wesanan û gundên derdorê kirin armanc û zêdetirî hezar welatiyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin û enfalkirin.

Rijêma berê ya Îraqê li roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Balîsan û gundên Xoşnawetiyê ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê tê hesibandin.

Piştî wê êrîşa kîmyayî, bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê gehandibûn nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê hêzên rijêma Beis ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Geliyê Xoşnawetiyê ev gund vegirtin: Şêx Wesanan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Balîsan, Melekan û Deraş.

Herwekî rêzgirtin ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Geliyê Xoşnawetiyê, Perlemantoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de bi biryara hejmar yek a sala 2008ê roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

Her sal di roja salvegera kîmyabarankirina Xoşnawetiyê û roja jîngeha Kurdistanê de, dezgehên hikûmetê û welatî û tex û çînên Kurdistanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên din roja jîngeha Kurdistanê zindî dikin.