Serok Barzanî: PDK herdem ji bo hilbijartinên pak amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Nîsana 2024an pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir.

Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û herwiha siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê. Balyozê Fransayê li Iraqê dilxweşiya xwe nîşan da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Herwiha got, Fransa dê her dem dilsoz û piştevanê gelê Kurdistanê be û divê mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke federal de bê parastin. Tekez jî kir ku welatê wî diyalogê wek baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibîne.

Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Fransayê li hemû qonaxên piştevanîkirina bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê nîşan da. Serok Barzanî amaje bi têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê kir ji bo bidestxistina azadî û serwerî û mafên netewî û nehiştina cudahî û zulmê.

Serok Barzanî tekez kir jî ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, binpêkirina destûrê û nepêbendî bi rêkeftinan e. Herwiha metirsî li ser proseya demokrasiyê heye û hewla lawazkirina Herêma Kurdistanê heye, ku herêmeke destûrî û berhema qurbanîdana dehan salan a gelê me ye. Serok Barzanî bûdce û mafên Herêma Kurdistanê weke mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê da zanîn ku nabe weke karteke siyasî li dijî Herêmê were bikaranîn.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotina xwe de jî, piştevaniya xwe ji bo berdewamiya diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de nîşan da û bi baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de binav kir.

Derbarê hilbijartinan de jî Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku PDK hertim amade ye ji bo hilbijartineke paK û dadperwerane ku encamên wê îradeya rasteqîne ya dengderan nîşan bide û pêkhate jî bikarin nûneratiya îrade û dengên xwe bikin û dûr ji pêşdizaynkirin û pirsgirêkên yasayî û teknîkî.

Herwiha Serok Barzanî hêvî xwast ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên Herêmê û bi berçavgirtina li kultûr û nirxên demokrasiyê de, di xizmeta parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de bin.