Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina Sersala Êzdiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina Sersala Êzdiyan, bi peyameyê pîrozbahî li Mîrê Êzdiyan, Babaşêx, Civata Rûhanî û hemû Êzdiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta cejna Sersala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyan li tevaya xwişk û birayên Êzîdî li Kurdistan, Iraq û cîhanê û her du rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan û Babaşêx Şêx Elî Îlyas û Civata Rûhanî dikim. Hêvîdar in bi xweşî û şadî vê cejnê biborînin.

Bi hatina vê roja pîroz a ayîna Êzdî, em dupat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştgirî û parastina maf û taybetmendiyên Êzdiyan û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê berdewam be.

Sersala we pîroz be û hêvîdar im hûn her di xêr û xweşiyê de bin

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

16 Nîsana 2024