Samuel Warburg: Di hevdîtinên berpirsên Amerîka û Iraqê de bi zelalî behsa Herêma Kurdistanê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, di hemû hevdîtin û daxuyaniyên Amerîkayê de, bi ronî behsa pêwendiyên Amerîka – Iraq û Amerîka – Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Samuel Warburg îro 16ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, ev hefte hefteyek girîng e, bi awayekî di civînên di navbera berpirsên bilind ên Amerîka û Iraqê de, dê çend mijarên cidî bên gotûbêjkirin.

Samuel Warburg got, yek ji mijarên herî girîng û hestiyar ên gotûbêjan, mijara ewlehiyê, hebûna hêzên Amerîka û hevpeymanan li Iraqê û piştevaniya Amerîkayê bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge ye.

Herwiha da zanîn, di hemû civîn û daxuyaniyên Amerîkayê de bi zelalî behsa pêwendiyên Amerîka – Iraq û Amerîka – Herêma Kurdistanê hatine jkirin. Herwiha ronahî hatiye xistin ser peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de û helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê hatiye diyarkirin.

Samuel Warburg tekez kir, Amerîka bi niyaz e ku peywendiyên xwe bi Iraqê re berdewam bike, nexasim ji bo pêşxistina hemû waran û pêşxistina wî welatî.

Bal kişand li ser wê yekê, Amerîka di wê baweriyê de ye ku hemû gelên Iraqê, bi Kurd, pêkhateyên din, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji petrol û çavkaniyên din sûdmend bin. Di vê çarçoveyê de, Waşîngton dibîne ku dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê di berjewendiya hemû Iraqiyan de be û kompaniyan han dide ku vê yekê bikin û bi niyaz e ku danûstandinên erênî di navbera Bexda û Hewlêrê de bi pêş ve biçin.

Ev daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Koşka Sipî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiyabû û di daxuyaniyekê de hat ragihand, her du aliyan tekez li ser gihiştina petrola Îraqê ji bo bazarên cîhanê kiriye û daxwaza xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê diyar kirine.