Matthew Miller: Îran aloziyan li Rohilata Navîn zêde dike

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “A ku Îranê li bernaberî Israîlê kir kiryarek bû ber bi zêdekirina aloziyan û teqandina hevrikiyên Rojhilata Navîn e”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Rojhilata Navîn venagere pêş 7ê Cotmehê”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “A ku Îranê kir bi awarekî eşkere kiryarek bû ber bi berfirehkirina aloziyan, 300 moşek û dron ji ser axa xwe avêtin Israîlê”.

Matthew Miller tekez jî kir, “Bizavên me ji bo aramkirina rewşê ne, herwesa ya ku peywendî bi şerê Xezzeyê ve heye, me venagerîne pêş 7ê Cotmehê”.

Navbirî herwesa got, “Em dixwazin zêdetir alîkarî bigehin Bakurê Xezzeyê, tenê duhî 65 barhilgirên alîkariyan gehiştin bakurê Xezzeyê. Em bi Israîl û Neteweyên Yekgirtî jî re di peywendiyê de ne, ji bo gehandina alîkariyên pizişkî ji bo Xezzeyê”.

Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.