Rojnameyeke Amerîkayî: Israîlê bersiva êrîşên Îranê da

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameyeke Amerîkayî li ser zarê berpirsekî Israîlî amajeyê dide ku, artêşa Israîlê di êrîşeke asmanî de bersiva êrîşa bi moşek û dronan a Îranê da.

Rojnameya Washington Postê ya Amerîkayî di hejmara xwe ya îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) de deprave kiriye ku, berpirsekî bilind ê Israîlê ragehandiye, artêşa Israîlê di êrîşeke asmanî de li nav axa Îranê bersiva êrîşa moşek û dronan a Îranê ya li ser Israîlê da.

Wî berpirsê Israîlê herwesa ragehandiye, êrîşa şevêdî nîşandana şiyanên serbazî û asmanî yên Israîlê ye ji bo her êrîşekê di nav Îranê de.

Ji aliyekî din ve Tora Nûçeyan a CNNê ya Amerîkayî jî li ser zarê berpirsên Amerîkayê ragehandiye ku, armanca wan êrîşên Israîlê bo ser Îranê, dezgehên etomî û welatî nînin, helsengandina pêşwext jî ew e ku Îran bersiva wan êrîşên Israîlê nade.

Kanala 12ê ya Israîlî ji aliyê xwe ve belav kiriye, Wezareta Derve ya Israîlê daxwaz ji balyoz û konsulxaneyên xwe kiriye ku daxuyaniyan li ser wan êrîşan nedin.

Ji aliyekî din ve kompaniya Fly Dubai geştên xwe ji bo Tehranê rawestandine.

Serê sibeha îro nûçeya êrîşkirina ser Îranê ji aliyê Israîlê ve li medyayên cîhanê belav bû, Televîvê jî ew zanyar piştrast kiriye. Lê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê dibêje, “Çi êrîşên moşek û dronan li ser Îranê nehatine kirin”.