Li Zaxoyê amadekariyên geştiyariya havînê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji bo pêşwazîkirina geştiyaran di werzê havînê de, dest bi rêkxistin û nûjenkirina cihên geştiyarî, rê û pirên herêmê kiriye.

Li Zaxoyê amadekariyên geştyariya havînê dest pê kirine. Bi vê mebestê jî, cihên geştyarî û seyrangehên herêmê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Zaxoyê ve tên nûjenkirin ku gelek ji wan havîngehan ji ber lehiyên hefteyên dawî zirareke mezin gihîştibûn wan.

Rêvebirê Giştî yê Geştûguzariya Zaxo Çiya Emîn ji K24ê re ragihand, cihên geştyarî yên giştî û taybet dê bêne rêkxistin û nûjenkirin, wek pira Dalal û herwiha seyrangehên li navçeya Derkarê û navçeya Batîfa.

Ji bilî seyrangehan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêyên Zaxoyê jî nûjen dike. Di vê çarçovê de niha jî karê nûjenkirina rêya sereke ya di navbera Derkar û Batîfa tê kirin.

Rêvebirê Nûjenkirin û Parastina rêyan li Zaxoyê Beşar Mihawiye got, lehiya heftiyên borî ziyanek mezin gihandiye rê û pirên deverê û niha tê nûjenkirin.

Di heyama çar salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn cihên geştyarî di nav Îdareya Serbixwe ya Zaxo de ava kirine û di encamê de çûna geştyaran bê wê herêmê ji sedî 100 zêde bûye û rojane jî zêdetir dibe.