37. Festîvala Biharê li Mûsilê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerê Serokomarê Iraqê, nûnerê Serokwezîrê Iraqê, Parêzgarê Mûsilê û hejmarek wezîr û parlamenterên Iraqê, Festîvala Biharê ya Mûsilê dest pê kir.

Festîval bi dirûşma “Peyama Aştî û Avedaniyê” tê lidarxistin. Her ji bo vê boneyê, Parêzgarê Neyewayê îro betlaneya fermî ragihand, da ku derfeta baştir ji bo beşdarbûna welatiyan di 37emîn Festîvala Biharê de bê dayîn, ku ev sala duyem e li ser hev re tê lidarxistin.

Çalakiyên festîval li qada ahengan a çepê yê Mûsilê, bi pêşkêşkirina şanoyên Yekîtiya Hunermendan û Koleja Hunerên Ciwan û çendîn çalakiyên stran û mûzîkê berdewam dibe.

Yekemîn Festîvala Biharê ya Mûsilê vedigere sala 1969an û ji aliyê rêveberiya xwecihî ya parêzgehê ve weke dayîka biharê tê naskirin, festival heta sala 2003an berdewam bû, lê piştî şerê Azadiya Iraqê û heta niha, ev sala duyem e li ser hev tê kirin.