Sedat Yûrttaş: Divê kurd ji bo makezagoneke nû ya Tirkiyeyê xwe amade bikin

Diyarbekir (K24) – Parlamenterê berê û mafnas Sedat Yûrttaş, nîqaşên egera derxistina makezagoneke nû ya li Tirkiyeyê nirxand û amaje kir, dibe ev eger pêk were û ji bo vê jî pêdivî pê heye ku hemû aliyên civaka Kurd xwe li gorî vê amade bikin û hay ji maf û azadiyên xwe yên ku dê di destûrê de bên cîbicîkirin, hebin.

Sedat Yûrttaş ji K24 re got got: “Guhartina qanûna bingehîn hatiye rojevê û gelek xal dê bên  guhartin, lê tiştê ku em kurd divên, mixabin heta niha çênebûne.”

Herwiha amaje bi wê jî kir, pêdivî pê heye ku hemû aliyên civaka Kurd xwe li gorî vê amade bikin û hay ji maf û azadiyên xwe yên ku dê di destûrê de bên cîbicîkirin, hebin û bizanibin bê ka ji aliyê cihgirtina mafên Kurdan ve divê çawa tevbigerin.