Alûsî: Siyaseta Mesrûr Barzanî bo serederîkirina bi Bexda, Enqere û Tehranê re serkeftî bû

Mîsal Alûsî
Mîsal Alûsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetvanekî Îraqî radigehîne, “Bexda, Enqere û Tehran ji serxwebûna biryara siyasî ya Kurdistanê ditirsin û itîraf jî bi wê yekê kiriye, mîkanîzma xistina givaştinan li ser Herêma Kurdistanê şkestiye”. Navbirî sedema wê yekê jî ji bo serkeftina siyaseta Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo serederîkirina bi wan her sê welatan re û bidestxistina piştevaniya Ewropa û Amerîkayê vedigerîne.

Siyasetvanê Îraqî Mîsal Alûsî îro (Yekşem, 21.04.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje da, “Rastiya çîrokê ew e ku Bexda, Tehran û Enqere ji serxwebûna biryara siyasî ya Kurdistanê, îradeya azadbûn û avakirinê ditirsin û bizavê dikin ku karwanê hikûmeta Mesrûr barzanî ji bo zêdekirin û berfirehkirina bingeha aborî û darayî li Kurdistanê rabiwestînin”.

Alûsî amaje jî da, “Bexda û Enqereyê itîraf kiriye ku mîkanîzma xistina givaştinan li ser Herêma Kurdistanê şkestiye, tevî givaştinên Îranê jî ku wekî Dadgeha Federalî tê binavkirin. Tehranê xwast bi wê rêyê givaştinan bixe ser Hewlêrê”.

Navbirî herwesa got, “Ji ber serkeftina siyaseta Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo serederîkirina bi wan her sê aliyên herêmî re û serkeftina wî di peydakirina piştevaniya Ewrûpayî û Amerîkayî de, bandor li ser xwezaya serdana Erdogan ji bo Hewlêrê jî çê kir û deriyên Hewlêrê li ber Erdogan jî vekirin, wekî paytexta Herêma Kurdistanê û derazînka Îraqê ku Tirkiye nabe piştguh bixe”.

Wî Siyasetvanê Îraqî tekez jî kir, “Giringiya vejandina pîşesaziya petrolê û hinardekirina petrolê li Herêma Kurdistanê û wî warî xwe li ser Îraq û Tirkiyeyê sepandiye, wekî pêdivîtiyeke niha ya Ewropayê jî ji bo enerjiyê xwe sepandiye, lewma nabe careke din berbazarkirina petrola Kurdî bê piştguhxistin”.

Ev di demekê de ye ku biryar e sibe (Duşem, 22.04.2024) Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandekê bi serdaneke fermî bigehe Bexdayê û paşî serdana Hewlêrê jî bike.

Şanda Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan pêk hatiye ku her yek ji wan pêştir serdana Bexda û Hewlêrê kiriye.