Ewadî: Serdana Erdogan dê destpêka çarekirina arêşeyên Îraq û Tirkiyeyê be

Basim Ewadî
Basim Ewadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê radigehîne, “Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Îraqê dê destpêka arêşeyên navbera Îraq û Tirkiyeyê be, herwesa dê ji bo peywendiyên me yên dîrokî jî bibe xala werçerxanê”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di derheqa serdana Erdogan ji bo Îraqê de ji K24ê re ragehand, “Amadekarî ji bo vê serdanê hatine kirin û biryar e zêdetirî 20 lihevkirin û yadaştên hevfehimandinê bên îmzakirin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa got, “Serdana Erdogan dê destpêka çarekirina arêşeyên Îraq û Tirkiyeyê be, herwesa dê ji bo peywendiyên me yên dîrokî jî bibe xala werçerxanê”.

Basim Ewadî amaje jî da, “Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê dê surpirayzeke gelek mezin bi xwe re bîne. Di konfiransa rojnamevanî ya hevpar a li gel Erdogan de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê hûrhûrkên wê surpirayzê eşkere bike”.

Navbirî eşkere jî kir, “Em dê lihevkirineke stratejîk li ser doza avê û herwesa lihevkirineke ewlehiyê ya wekî ya Îraq û Îranê bi Tirkiyeyê re jî îmza bikin, bi awayekî ku di berjewendiya her du welatan de be”.

Biryar e sibe (Duşem, 22.04.2024) Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandekê bi serdaneke fermî bigehe Bexdayê û paşî serdana Hewlêrê jî bike.

Şanda Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan pêk hatiye ku her yek ji wan pêştir serdana Bexda û Hewlêrê kiriye.