Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê tê lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsanê di boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî û derxistina yekemîn hejmara rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê de, pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku rojnamevanên Herêma Kurdistanê bi saya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî azad û bê ti sansûrekê karên xwe yên pîşeyî dikin û bi tevahî azad in di rexnegirtin, behskirina kêmasiyan, kêm û kurtiyan û xemseriya hikûmetê de. Hikûmet jî dê wek hertim hevkar û alîkariya rojnamevan û ragihandkarên Kurdistanê bike, da ku em Kurdistanê di hemû waran de ber bi qonaxeke pêşketîtir ve bibin.”

Amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im ragihandkarên Kurdistanê armanca wan a sereke, gihandina rastiyê, pêşxistina Kurdistanê, xizmetkirina gel, berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê û parastin û geşepêdana qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê be.”

Serekwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Pêwîst e medyakarên Kurdistanê her tim li bereya niştiman bin û rê nedin bi navê rojnamegeriyê, sivikayetî li nirxên niştiman û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bê kirin û nabe zimanê tund û diyardeya neşîrîn ya îftirayê bê bikaranîn.”

Herwiha got jî: “Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û di vê bîranînê de, ez hemû piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê rasteqîne ya rojnamevaniyê û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê tekez dikim.”