Serokkomarê Tirkiyeyê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 22ê Nîsana 2024an pêş nîvro bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

Serokomarê Tirkiyê û şanda pê re ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê kirin. Piştre dê serdana Koşka Selamê bike û ji aliyê Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ve were pêşwazîkirin.

Her di vê çarçoveyê de, biryar e Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, serdana goristana Osmaniyan a li herêma Azemiyê bike.

Li gorî ajandaya serdana Erdogan bo Bexdayê, tê çaverêkirin ku li ser çend mijaran lihevkirin were kirin, ji wan jî hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê û berdana pişkê ava Iraqê ji çemê Dîcleyê li gorî peymanên navdewletî.