Dîroka rojnamevaniya kurdî li Bakurê Kurdistanê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Çîroka rojnamevaniya Kurdî, bi derxistina Rojnameya Kurdistan ya 126 sal berê destpê dike. Tevî gelê Kurd, rojnamevaniya kurdî jî li bakurê Kurdistanê rastî gelek sitem û zordariyan hatiye. Îro zanebûna gelê Kurd gihiştiye asteke jor û tenê li Bakurê Kurdistanê çendîn rojname, kovar û kanalên Kurdî di weşanê de ne.

Yekem Rojnameya Kurdî, 22 Nîsana 1898 li Qahîre hate derxistin. Çîroka Rojnamevaniya Kurdî ku 126 sal berê destpê kiriye, piştî qonaxên dijwar niha gihiştiye qonaxeke nû ku êdî dehan dezgehên medya kurdî hene.

DÎROKA ROJNAMEVANIYA KURDÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Rojnameya Kurdistan   1898 – 1902 yekem rojnameya kurdî ye. Li Qahîre ji hêla Mîr Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat derxstin. Piştî koça dawî ya Mîr Mîqdad, birayê wî Ebdurehman Bedirxan li Cinêv, London, Folkestone berdewam kir. 

1908 dijî Padîşahê Osmaniyan Ebdulhemîd meşrûtiyet hate ragihandin. Ev jî bû sedemê zêdebûna azadiya rojnamevanî û rojnameya Kurd Teawin û Teraqî  yê bi navê heman rêxistinê derket.

Rojnameya Şerq û Kurdistan ku Seîdê Nursî jî tê de nivîsandiye.

Rojnameya Serbestî yekem rojnameya rojane dijî rêxistina ÎTîhat û Teraqî bû, ji ber vê berpirsê rojnameyê hate kuştin.

Her wiha di vê demê de rojnameyên Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatin derxistin ku bi Tirkî û Kurmancî û soranî bûn.

Kovara Jîn û Kovara Kurdistan 1918 piştî Şerê Yekem ê Cîhanê hatin derxistin.

Piştî damezrandina Komara Tirkiyê, tenê ne derfetê derxistina rojnameyeke kurdî, wergirtina henaseyek bi Kurdî êdî metirsî bû.

1930 Riya Taze Li Ermenistanê, yekîtiya Sovyetan hate derxistin. Qonaxên zehmet re derbasbû. Giringiya vê yekem rojnameya bi alfabeya latînî ye.

Kovara Hawar 1932 – 1943 di rojnamevaniya Kurdî de Şoreş e. Li Şamê dest bi weşanê kir ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve bi alfabeya latînî hate derxistin. Niha rojnamevanîya nivîsa latînî li ser vê alfabe û rêzimanê berdewam e.  ligel Kurmancî zaravayên Soranî û Zazakî jî hatine bikaranîn. 

Kovara Ronahî jî sala 1942an, Celadet Bedirxan derxist û kesayetên navdar Osman Sebrî, Hesen Hişyar û Cegerxwîn di vê kovarê de nivîsandine.

Kovara Stêr 1943 ji hêla Dr. Kamûran Bedirxan ve hate derxistin.

Sala 1950î, bi Mûsa Anter û çend kesayetên din livînên nivîsê li Bakur diyar dibin. Bi salên 1970ê re hejmarek rêxistin gelek rojname û kovar derdixin. Bi salên 1990 re rojname, kovar û kenalen kurdî zêde bûn.