Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi projeyekê alîkariya zarokên sêwî û jinên bî dike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya Ezîzan, projeyeke din a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Efrînê ye, ku bi rêya wê projeyê alîkariyê bi jinên bî û zarokên sêwê re dike.

Di qonaxa yekem de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya 108 malbatan li Efrînê dike û di qunaxên bê de jî, destpêşxeriya ezîzan berfirehtir dibe.

Endamê şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Şevger Remezan ji K24ê re got: “Ji heyama saleke ve ye, em wek tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana wan malbatan kiriye û me hemû belgename kom kirine û îro me alîkarî li ser wan zarokan belav kir. Ev proje dê berdewam û berfirehtir bibe.”

Li Efrînê û ji ber rewşa ku tê re derbas dibe, gelek malbat bê semyan mane, ji ber wê yekê Projeya Ezîzan a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya dawî giring e û bi taybetî ku barê malbatan sivik dike û jiyaneke bi rûmet ji zarokan re peyda dike.

Jina bî Henan Elî: “Kurekî min heye û bêbav e. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwast alîkariya me bikin, em jî spasiya Dezgehê û Kak Mesûd dikin.”

Jina bî Rîm Henano: “Em ji wan razî ne, Xwedê ji wan razî be, siheta wan xweş dezgeh hate cem me û li miletê xwe dinêre.”

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji erdheja sibata 2023an ve derbasî bajarê Efrînê bûye, tekane dezgeh e ku alîkariya mirovî û piştgiriya derûnî pêşkêşî xelkê bajêr dike herwiha çalakiyên cur bi cur ji zarokan re birêve dibe.