Ewadî: Em êdî wekî mêvan û penaber serederiyê bi PKKyê re dikin

“Em rêyê nadin PKK kiryarên siyasî û serbazî li ser axa Îraqê bike”
Basim Ewadî
Basim Ewadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê radigehîne, “Îraq û Tirkiye li ser pirsa PKKyê gehiştine nîvlihevkirinekê”. Herwesa dibêje, “Em rêyê nadin ku PKK kiryarên siyasî û serbazî li ser axa Îraqê bike”. Amajeyê jî dide, “Em êdî wekî mêvan û penaber serederiyê bi PKKyê re dikin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di çarçoveya konfiranseke rojnamevanî de li Bexdayê got, “Lijneyên ewlehiyê yên hevpar ên navbera Îraq û Tirkiyeyê û aliyên şêwirmendiyê yên giring ên ewlehiyê yên her du aliyan li ser danûstandinan berdewam in, li ser pirsa PKKyê gehiştine nîvlihevkirinekê.

Ewadî tekez jî kir, “Ev rêkxistin li vê derê mêvan e û em rêyê nadin wê ku kiryarên siyasî û serbazî li ser axa Îraqê bike. Bi serperiştiya rêkxistinên navdwletî, em dê wekî penaber serderiyê bi wê re bikin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa got, “Tiştê ji hemiyan giringtir ew e ku her du welatan dê alîkarî û hevahengiyên ewlehiyê hebin, wekî ku me peymana ewlehiyê bi Îranê re îmza kiriye”.

Basim Ewadî eşkere jî kir, “Me di dema borî de heta radeyekî baş kar li ser vegerandina seqamgiriyê ji bo sinorên navbera her du welatan kiriye, em ji bo îmzakriina peymaneke ewlehiyê wekî ya bi Îranê re bi Tirkiyeyê re jî kar dikin”.

Balafira Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê dada.

Pêştir Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî jî di derheqa serdana Erdogan a ji bo Îraqê de ji K24ê re ragehandibû, “Amadekarî ji bo vê serdanê hatine kirin û biryar e zêdetirî 20 peyman û yadaştên hevfehimandinê bên îmzakirin”.