Helsengandin ji bo bicihanîna daxwaziyên Kurd û Suneyan di kabîneya Sûdanî de tê kirin

Civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê / Erşîf
Civîneke Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya siyasî ya Îraqê li benda helçûneke nû ya hêzên Kurd û Ereb û Suneyan e li ser lihevkirina siyasî ku bingeha pêkanîna hikûmeta niha ye, Kurd û Sune şkestina hikûmetê di bicihanîna daxwaziyan de piştrast dikin.

Hêzên siyasî yên pêkînerên hikûmeta niha ya Îraqê, bi merema helsengandina bicihanîna daxwaziyên Kurd û Suneyan, biryar e li dawiya vê mehê civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi rê ve bibin, ku paşeroja karnameya siyasî û bicihneanîna piraniya bendan dê tê de bên berçavkirin, ku daxwaziyên serekî yên Kurd û Suneyan tê de hatine binecihkirin. Giringtirîn bendên heta niha nehatine bicihanîn ev in:

Karnameya Hikûmeta Sûdanî ji bo Herêma Kurdistanê

-         Ew biryarên peywendî bi Herêma Kurdistanê ve heye bi hevahengî bên derxistin

-         Danûstandin li ser doza petrol û budceyê

-         Derxistina pirojeqanûna petrol û gazê di şeş mehan de

-         Mezaxtina mafên darayî yên welatiyan di Lijneya Bilind a Bicihanîna Madeya 140ê de

-         Çalakkirina Lijneya Bilind a Bicihanîna Madeya 140ê di mejekê de

-         Pêkanîna fewca hawarhatinê ji xwecihên Kerkûkê

-         Bicihanîna lihevkirina Şingalê

-         Pirkirina valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de

-         Derxistina pirojeqanûna Civata Federalî û Dadgeha Federalî di şeş mehan de

-         Veguhastina rajeya mamostayên xwandina Kurdî bo ser Hikûmeta Federalî

-         Destpêkirina çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî li deverên ku duberekî li ser heye

Karnameya Hikûmeta Sûdanî ji bo Suneyan

-         Edilandina qanûna lêborîna giştî

-         Dadgehkirina sizadayiyên Sune

-         Eşkerekirina çarenivîsa windabûyiyan

-         Helweşandina qanûna lêpirsîn û dadperweriyê

-         Vegerandina awareyan ji bo deverên wan

-         Vekêşana kom û hêzên çekdar ji deverên Suneyan

-         Qerebûkirina zirardîtiyên şerê terorê

Şêwirmendê Siyasî yê Hikûmeta Îraqê Sebhan Mela di derheqa bicihanîna bendên lihevkirina pêkanîna hikûmetê de wesa dibîne ku, hin bend hene ku peywendî bi Civata Nûnerên Îraqê ve heye, Sûdanî zêdetirî 65% ya bendên kaxeza lihevkirina siyasî bi cih anîne, lê duberekî li ser hin bendan heye û rê li bicihanîna wan tê girtin.

Bi baweriya çavdêrên siyasî, seqamgiriya siyasî û hikûmî ji bo demeke dirêj berdewam nabe eger karnameya lihevkirina siyasî neyê bicihanîn, ku ew jî daxwaziyên Kurd û Suneyan in, pareke bicihneanîna wê lihevkirinê jî ji bo pabendnebûna hêzên Çarçoveya Hevahengiyê vedigere.