Rêya Geşepêdanê 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirojeyê Rêya Geşepêdanê yek ji wan xalan e yên ku di navbera Tirkiye û Îraqê de lihevkirin li ser hatiye kirin, ku di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbaz dibe. Rêya Geşepêdanê ji rêya bejahiyê, hêlên asinî û benderên avê pêk tê, ji kendavî di nav Îraqê û Herêma Kurdistanê re derbaz dibe heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.

Rêya Geşepêdanê ew pirojeyê bazirganî ye yê ku Îraq dixwaze bi rêya wê bibe devereke giring a bihevgehandina kendavî û welatên Ewropayê, tevî xalên wê yên mifadêr ji bo Îraqê, Rêya Geşepêdanê ji aloziyên siyasî û ewlehî û heta yên aborî jî dûr nîne.

Rêya Geşepêdanê pirojeyekî bazirganî ye ku Qeter û Îmaratê bi rêya Îraqê bi Tirkiyeyê û ji wê derê jî bi Ewropayê ve girê dide.

Ev piroje li sala 2023ê keftiye ber behs û xeberan, ku ji rêya bejahiyê, hêlên asinî û benderên avê pêk tê. Tiştê girêdayî Îraqê ji Rêya Geşepêdanê wekî navendeke veguhastinê feyde jê tê wergirtin, ji benderê Fawê bi dirêjahiya hezar 900 kîlometran heta deriyê Avakoyê li ser sinorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê dirêj dibe. Rêya Geşepêdanê di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbaz dibe. Îraq, Tirkiye, Îmarat û Qeter tevlî Pirojeyê Rêya Geşepêdanê bûne.

Li dû helsengandinên Hikûmeta Îraqê, mezaxtiyê wê pirojeyê nêzî 17 milyar dolaran e ku biryar e li sala 2050ê karên wê temam bibin. Rêya Geşepêdanê nêzî 100 hezar derfetên karî ji bo karkerên Îraq û Tirkiyeyê peyda dike, zêdebarî ku dê dema gehandina kelûpelan ji kendavî bo Ewropayê ji 30 rojan bo 15 rojan kêm bike, qazanca wê ya salane jî dê bigehe çar milyar dolaran.

Hejmareke astengan di rêya Pirojeyê Rêya Geşepêdanê de hene, wekî hebûna hejmona komên çekdar ên Îraqê li wan parêzgehan ên ku ew rê tê re derbaz dibe, neseqamgiriya siyasî ya Îraqê û guhertinên berdewam di biryaran de li dû hikûmetên cuda, hebûna pirojeyên din ên bi vî rengî ku metirsiya kêmbûna dahata Rêya Geşepêdanê jê tê kirin wekî Pirojeyê Beharatê yê Hindistanê bo Ewropayê û Pirojeyê Hêla Asinî ya Îranê bo Sûriyeyê.