Riha.. Qezayek çê bû, jin û mêrek mirin

Riha
Riha

Diyarbekir (K24) - Li Rihayê qezayeke trafîkê rû da û di encamê de jin û merek ku hevjîn in canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser rêya Xelfetî û Bêrecûkê ya Rihayê, otombêlek û wesaîteka bazirganiyê li hev ketin û di encama qezayê de Mahmut Kiliç ê 46 salî û Bedriya Kiliç a 42 salî ku hevjîn in canê xwe ji dest da.

Her wiha di encama qezayê de Onder kiliç ê 12 salî, Îbrahîm Kiliç ê 9 salî û Aydin Demîr ê 57 salî birîndar bûn û bo dermankirinê li nexweşxaneyê hatin rakirin.

Hat zanîn ku polîsan di derheqa wê buyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.