Şîfa Barzanî pirsgirêkên revenda kurdî bir Parlamentoya Swêdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Revenda Kurdî li Ewrûpayê serdana Swêdê kir û pirsgirêkên Kurdên revenda kurdî bir parlementoya wî welatî.

Peyamnêrê K24 Awara li Swêdê got, Serperiştyarê Revenda Kurdî li Ewrûpayê Şîfa Barzanî bi mebesta nêzîkkirina revenda kurdî li Swêdê ji desthilatdarên wî welatî, serdana parlamentoya Swêdê kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Şîfa Barzanî du rojan li parlamentoya Swêdê li ser pirsgirêkên revanda kurdî gotûbêj kirin.

Bi giştî armanca revenda kurdî li Ewrûpayê ew e, nêzîkkirina kurdan ji hev û çareserkirina pirsgirêkên wan e. Xaleke din a girîng a ku revenda kurdî girîngiyê dide jî, zimanê zikmakî û perwerdekirina zarokan e ku zimanê dayikê ji bîr nekin.